Her du mitbax kirin yek

Ligel xwarinên herêmî, xwarinên navdar ên Sûriyê jî gelek tên ecibandin....

Her du mitbax kirin yek

Dema behsa Entabê tê kirin bêguman şîv û şîraniyên herêmî tên bîra her kesî. ligel van êdî li bajêr xwarinên navdar ên Sûriyê jî gelek tên hezkirin.

Entab bi şîranî û şîvên xwe yên herêmî bajarekî navdar e.

Ligel van xwarinên herêmî, êdî li bajêr xwarinên herêmî yên Sûriyê jî navdar in.

Li her lokantaya bajêr, ligel beyran, kebab û kûşlemeyên Entabê xwarinên herêmî yên Sûriyê; Felafel, humus, lehmacunên Helebê û feette jî tê firotin.

Midûrê Restoranê Humam Kazaz: “Ev 5 sal in me restoran vekiriye. Di destpêkê de Entabî nedihatin. Xwarinên me nas nedikirin. Lê îro ji sedî 35ê mişteriyên me Entabî ne. “

Aşpêj dibêjin bi saya penaberên ku li bajêr bi cih bûn, mitbaxa Entabê dewlemendtir bû.

”Bi salan e em bi hev re dijîn. Êdî tehma devê wan jî guherî. Sûriyiyên li virê, niha ji xwarinên tûj gelek hez dikin. Em di vê mitbaxê de bi hev re dişixulin. Em xwarinên xwe ew jî xwarinên xwe yên herêmî çêdikin“

Entabî û Sûriyeyî ev 8 sal in bi hev re dijîn.

Her çiqas di nav çanda wan de cudahî hebin jî, êdî li bajêr çandeke nû û pircure çê bûye.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE