"Her karê ku Netanyahu dike dijî hiqûqa navneteweyî ye"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Her karê ku Netanyahu dike dijî hiqûqa navneteweyî ye. Mijara serbestiya vîzeyê jî elbet di rojeva me da heye."

"Her karê ku Netanyahu dike dijî hiqûqa navneteweyî ye"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku here Moskovaya Rûsyayê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan got ew ji bo 8emîn civîna konseya bilind a Tirkiye û Rûsyayê diçe Moskovayê û wiha axivî: "Hevkariya me ya bi Rûsyayê ra bi awayekî xurt dewam dike. Civînên Konseya Hevkariyê ya Payebilind ên ku me di sala 2010an da tesîs kiribû bi heman awayî dewam dikin."

- "Mijara serbestiya vîzeyê jî elbet di rojeva me da heye"

Erdogan got ewê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra hevdîtinê bike, ji meseleya Sûriyeyê bigre, geşedanên herêmî û kurewî heta têkiliya di navbera herdu welatan da ewê li ser gelek mijaran biaxivin.

Ji bo mijara serbestiya vîzeyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê da jî Erdogan wiha got: "Mijara serbestiya vîzeyê jî elbet di rojeva me da heye."

- "Her karê ku Netanyahu dike dijî hiqûqa navneteweyî ye"

Der barê daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya ji bo Şerîaya Rojava jî Erdogan wiha got: "Her karê ku Netanyahu dike dijî hiqûqa navneteweyî ye. Şerîeya Rojava teqez axên Filistîniyan e."

Erdogan li ser pirsa operasyona tê plankirin ku li rojhilatê Feratê bê kirin jî wiha axivî: "Te dît ew hevoka biraz hema li ser maseyê ye; em şevekê nişkê va dikarin bên wê cihê ku hewce dike."

- "Ji vir şûn da pêvajo pêvajoya darazê ye"

Ji bo îtirazên hilbijartinê jî Erdogan wiha got: "Pêvajoya hilbijartinê ya vî karî qediya, ji vir şûn da pêvajo pêvajoya darazê ye. Dema îtiraz qediyan, encam eşkere bû emê bibêjin li ser çav û serê me."

Der barê îdiaya ku li Stenbolê di hilbijartinê da bêrêtî hatiye kirin da Erdogan wiha axivî: "Bêrêtî ne tenê hinek in, hema bêje hemû ne li rê ne."

- "Bay Kemal jî dikare bi namzedê xwe ra li her derê Stenbolê daliqîne"

Serok Erdogan pirsa afîşên spasiyê yên ku partiyên siyasî li Stenbolê daliqandin wiha bersivand: "Bi heman awayî Bay Kemal jî dikare bi namzedê xwe ra li her derê Stenbolê daliqîne"

Erdogan wiha dewam kir: "Haya dozgeriyan ji midaxaleya rêxistinî heye, ew mijareke din e, jixwe dozgerî ji bo vê jî çi hewce dike wê li gor wan delîlan bikin. Ew aliyê wê cuda ye. Aliyê diziyê yê vî karî heye. Yek jî di sandoqan da dizî hene. Vêga çûyîna YSKyê seba midaxaleya rêxistinî ya sandoqan e. Ew karekî cuda ye, lê ya din jî mijareke cuda ye. Ji herdu qanalan jî ev ê were meşandin. Ez hêvî dikim ku em bi awayê herî îdeal kuta bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE