Sibê wê rêjeya zema 2 salan a karmend û teqawidan diyar bibe. Lijneya hakeman a peywirdarên kamûyê ji bo tespîtkirina zemê xebatên xwe didomîne.
Di mijara zema karmendan de hikûmetê û sendîkayan li hev nekir û Lijneya Hakeman ket dewrê.
Lijne xebatên xwe li Serokatiya Dîwana Hisaban yanî Sayiştayê dike. Civînên bi şaxên xizmetê re jî hatin temamkirin.
Niha derbarê daxwazên giştî de civîn tên kirin û Lijne derfetên budçeyê û daxwazên sendîkayan dide ber hev.
Piştî xebatan wê ji bo 2 salan rêjeya zema 3 milyon û 200 hezar karmend û nêzî 2 milyon karmendên teqawid diyar bibe.
Li gorî texmînan wê Lijneya Hakeman sibê derbarê rêjeya zemê de biryara xwe ya teqez bide.
11 endamên Lijneya Hakeman hene.
6 endamên wê ji aliyê hikûmetê tên tayînkirin.
Serokê Dîwana Hisaban jî ji Lijneyê re serokatiyê dike.