Her sal ji ber çolbûn û hişkahiyê 12 milyon hektar erazî ji dest diçe

Di çarçoveya Roja Çolbûna Dinyayê û Têkoşîna Hişkahiyê da Prof.Dr.Şaylan got ku hişkahî li gor barîna baran û berfê, pêdiviya avê ya nebatan, guherîna sewiyeya ava binê erdê û ser erdê diyar dibe.

Her sal ji ber çolbûn û hişkahiyê 12 milyon hektar erazî ji dest diçe

 Prof. Dr. Levent Şaylanê Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) diyar kir ku her sal 75 milyar ton axa bi xêr û bereket ji ber xerabûna eraziyan ji dest diçe û wiha dewam kir, "Bi heman awayî her sal ji ber çolbûn û hişkahiyê 12 milyon hektar erazî ji dest diçe."

Ji ber pirsgirêkên tehdîda çolbûnê û seba têkoşîna vê yekê bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 1994an vir va her sal 17ê Hezîranê wekî Roja Çolbûna Dinyayê û Têkoşîna Hişkahiyê tê pîrozkirin.

Di çarçoveya Roja Çolbûna Dinyayê û Têkoşîna Hişkahiyê da Şaylan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hişkahî li gor barîna baran û berfê, pêdiviya avê ya nebatan, guherîna sewiyeya ava binê erdê û ser erdê diyar dibe.

Şaylan daxuyand, bandora civakî û aborî ya hişkahiyê heye, lê çolbûn bi taybetî ji ber fealiyetên merivan û guherîna îqlimê çêdibe û erazî xerab dibe û wiha dewam kir:

"Her ku çolbûn û hişkahî zêde dibe, tesîra wê ya xerabker li ser meriv, heywan, hilberîna çandiniyê û hawirdorê çêdibe. Her sal 75 milyar ton axa bi xêr û bereket ji ber xerabûna eraziyan ji dest diçe.  Bi heman awayî her sal ji ber çolbûn û hişkahiyê 12 milyon hektar erazî ji dest diçe. Ev tê wê meneyê ku her sal qadeke ku meriv dikare 20 milyon ton dexl û den jê hilde, ji dest diçe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE