5 kevaniyên malê, tiştên ku bi îmkanên xwe çêdikin û dikirin li dibistanên gundan li xwendekaran belav dikin. Bi saya wan, zarok pêwistiyên xwe peyda dikin û kêfa wan tê.
Gund bi gund digerin, ji bo dilê zarokan xweş bikin diyariyan didin wan..
5 jinên Semsûrî ev 6 sal in bi îmkanên xwe diçin dibistanan û alîkariya xwendekaran dikin.
Xwarin û vexwarinên ku bi xwe çêkirine li zarokan belav dikin.
Qasî ji destê wan hat diyariyan didin zarokan..
Jinên xêrxwaz heta niha li 30 dibistanan, alîkarî dane bi sedan zarokî.