Herî wekî çemekî herikî ser rê

Riya di navbera navçe û navenda bajêr de 6 seatan hate girtin...

Herî wekî çemekî herikî ser rê

li Şirnexê piştî berf û baranê, herî wekî çemekî herikî ser riya di navbera Bêşabab û Şirnexê de. Riya ku hat girtin, piştî 6 seatan vebû. lê dîsa jî li hemê çûyîn û hatin zehmet e.

Li Şirnexê ewilî berf barî dûv re baranê dest pê kir.

Her der di bin avê de ma.

Li ser riya di navbera Bêşebab û Şirnexê de axa ku kîlometreyek dûrî rê kom bûbû wekî çemekî herikî ser rê.

Ji ber heriya ku li ser rê kom bûbû, wesayîd nekaribûn derbas bibin.

Piştî xebatan rê hat paqijkirin.

Lê dîsa jî ajokar û rêwiyên ku ji rê derbas dibin zehmetiyê dikşînin.

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE