Li Şanliurfayê piştî birîna her mehrê ji jin û mêrê ra fîdanekê diyarî dikin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Xelîliyeyê, ji bo piştgiriyê bidin kampanyayên danîna fîdanan a ku li tevahiya welêt zêde dibe û ji bo ku li bajêr hêşinahî zêde bibe, şaredariyê biryareke wiha da.
Di vê çarçoveyê da şaredarî bi wesîleya jin û mêrên ku dizewicin, dixwaze fîdanan bide danîn.
Bi telîmata Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat yekeya zewacê ya şaredariyê piştî birîna mehran ji jin û mêrê ra fîdanekê diyarî dike.
Canpolat daxuyanî da û got ku çi qas ji destê wan tê ew li tevahiya bajêr piştgiriyê didin danîna fîdanan.
Canpolat destnîşan kir ku ew dixwazin her kesî têxin şirîkê vê berpirsiyariyê û wiha dewam kir: "Şaredariya Xelîliyeyê piştî her zewacê fîdanekê dide jin û mêr. Bi vî hawî piştî salan bi salan daristanek çêdibe û ev daristan ji Xelîliyeyê ra dimîne."
Jin û mêrên ku nû zewicîne jî kêfxweş bûn û gotin ku ji bo wan meneyeke taybet a fîdanan heye.AA