Herdu aliyên Pireya Hesenkêf-2yê gihîştin hev

Herdu aliyên Pireya Hesenkêf-2yê ya ku li Hesenkêfa dîrokî ya navçeya Batmanê tê avakirin gihîştin hevdu

Herdu aliyên Pireya Hesenkêf-2yê gihîştin hev

Herdu aliyên Pireya Hesenkêf-2yê ya ku li Hesenkêfa dîrokî ya navçeya Batmanê tê avakirin gihîştin hevdu.

Ew ê li ser pireya avakirina wê hê dewam dike peyarê jî were çêkirin.

Piyên pireyê li ser qazixên fore yên 42 mêtre di erdê da hatine bicîkirin hatine avakirin. Avakirina pireyê 6 sal e bênavber dewam dike û 6 piyên pireyê hatin temamkirin û pire li ber temamkirinê ye.

Dirêjahiya pireyê hezar û 80 mêtre, berahiya wê 26 mêtre û bilindahiya wê jî 105 mêtre digre û ji bo pireyê 850 milyon lire budçe hat xerckirin. Di avakirina pireyê da hezar û 800 ton hesin û 10 hezar mêtrekup bêton hat bikaranîn.

Şirîteke pireyê gihîşt hev û ew ê di dawiya îlonê da ji çûyîn û hatinê ra were vekirin. Şirîta din a rê jî piştî temamkirina 20 mêtre rêya maye ew ê di dawiya salê da bikeve xizmetê.

Haluk Koçê Qaymeqamê Hesenkêfê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pire û tunel ew ê hem bibin deriyê Batmanê hem jî deriyê Tirkiyeyê yê vedibe Rojhilata Navîn.

Koç destnîşan kir ku navçe ji hêla turîzmê va zehf girîng e û wiha pê da çû: "Em di avakirina pireya ku Hesenkêfa navçeya dîrokî digihîne Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê da hatin asta dawîn. Vê gavê 20 mêtreyên dawîn mane. Em ê bi hev va girê bidin konsolan bigihînin hev halatan bikişînin û di îlonê da vekin."

Koç got ku ew ê turîstan bi pireyê bigihînin navçeya dîrokî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE