"Herdu welat jî helwesta xwe li dijî rêxistinên terorê ronî û eşkere nekirine"

Serokomar Erdogan: "Yên ku li dijî Tirkiyeyê mueyyideyan cîbicî dikin, ji bo ketina wan nava NATOyê emê nebêjin 'erê'"

"Herdu welat jî helwesta xwe li dijî rêxistinên terorê ronî û eşkere nekirine"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser serîlêdanên Swêd û Fînlandiyayê ji bo endamtiya NATOyê got, "Herdu welathelwesta xwe li dijî rêxistinên terorê ronî û eşkere nekirine."

Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê piştî hevdîtinên dualî û yên di navbera heyetan de digel Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn civîneke hevbeş a çapmeniyê li dar xist.

Serokomar Erdogan got, "Weke Tirkiye û Cezaîrê li ser asta aşitî û îstiqrara Afrîkayê xwedî roleke giring in, em biryardarin di warê pîşesaziya parastinê de hevkariya xwe bi hêz bikin."

Serokomar Erdogan derbarê serîlêdanên Swêd û Fînlandiyayê ji bo endamtiya NATOyê got, "Herdu welat jî helwesta xwe li dijî rêxistinên terorê ronî û eşkere nekirine."

Erdogan ji bo hevdîtina digel heyetên Swêd û Fînlandiyayê got, "Biryar e roja duşembê bên Tirkiyeyê. Dê bên me qanî bikin? Bila li qusûrê nenerin û xwe nebetilînin. Beriya her tiştî ji yên ku li dijî Tirkiyeyê mueyyideyan cîbicî dikin, ji bo ketina wan nava NATOyê ku rêxistineke ewlekariyê ye emê nebêjin 'erê'."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE