Hereketa wicdanê: Li nêzî 50 welatan çalaki

Bi piştgriya 2 hezar saziyên sivil li Tirkiye û nêzî 50 welatan çalaki hatin kirin...

Hereketa wicdanê: Li nêzî 50 welatan çalaki

Hereketa wicdanê ji bo ku jin û zarokên li hepsên sûriyê tavilê bêne berdan di roja jinan de li qada sultanahmetê çalakiyek kir. Jinan bi tulbendê destê xwe girêdan. Û bi awayekî bêdeng li dinyayê qêriyan. Çalakî li bajarên din jî hebûn. Jin dixwazin bila xwîşkên wan ên li hepsên sûryiyê azad bibin.

Navê çalakiya wan qêrîna bêdeng e.

Li meydana Sultanahmetê bi tulbendan destên xwe girê dan.

Xwestin ku rewşa jinên li hepsên rejîma sûriyê nîşanê cîhanê bidin.

Ji Suriyê Mecid Çorbaci:ez 7 meh li hepsê mam. Çiqas behsa hepsên sûriyê bikim jî dibe ku hun bawer nekin. Li ber çavên min işkence li mêrê min hate kirin. Û ew mir. Duv re belge bi min dane îmzekirin ku mêrê min ji ber nexweşiyê miriye.

Ji destpêka şerê sûriyê heya niha zêdetirê 13 hezar jin ketin hepsan.

Hereketa wicdanê ji bo balê bikşîne ser vê rewşê di roja jinan de li meydanan bû.

Parêzer Gülden Sönmez: Li gor daneyên ku hatine ber deste me, niha 7 hezar jin li hepsên sûriyê ne. Em diwazin bila ew jin bêne berdan. Wek Hereketa wicdanê Em li welatan û rejîma suriyê dikin ev şermeke mirovahiyê ye. bila bê şer û merc wan jinan serbest berdin.

Ji tirkiye û 110 welatan nêzî 2 hezar saziyên sivîl piştgrî didin hereketa wicdanê.

Serokê komeleya alîkariya mirovî İHHê Bülent Yildirim bang li rêberên cihanê kir: bêdeng neminin.

Li Ankarayê û bajarên din de jî çalaki hebûn.

Saziyên di hereketa wicdanê de dibêjin heya ku li hepsên sûriyê tu jin û zarok nemînin ewê çalakiyên wan berdewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE