Li Rohilatê Firatê deverên ku hêzên çekdar ên tirkiyê ji terorê rizgar kirin, aram bûn. wezareta parastinê dîmenên dawî yên til ebyed û serêkaniyê weşandin.
Kargeh vedibin.
Tel Ebyed ji zilma PKK/YPGê hat xilaskirin û jiyan piştî 5 salan normal dibe.
— TRT Kurdî (@TRTKurdiTV) October 19, 2019
Kargeh vedibin, gel vedigere.
Danûstandina li kolanên geş ên Girê Spî careke din dest pê kir. pic.twitter.com/KnscWN4dQs
Gelê herêmê li kolanan danûstandina xwe dike.
Li çol û baniyan şivan pez û dewarê xwe diçêrînin.
Ev der cihên azadkirî yên li Rojhilatê Firatê ne.
Girê Spî û Serêkaniyê bi operasyona kaniya aştiyê hatin azadkirin.
Serê kaniyê ji dest terorîstan hat rizgarkirin. Tirkiye niha jî alîkariyê digihîne gelê herêmê. Heyva sorê bi sedan koliyên xurek û dermanên paqijiyê birin navçeyê û li mexdûrên herêmê belav kirin. @Kizilay pic.twitter.com/hPeAu7f9aI
— TRT Kurdî (@TRTKurdiTV) October 19, 2019
Wezareta Parastinê li ser medyaya civakî hin dîmen belav kirin.
Di dîmenan de xuya dibe ku welat asayî dibe.
Leşker li Girê Spî û Serêkaniyê xurek didin gel û nexweşan derman dikin.
Herwiha Heyva Sor bi firinên mobîl nan dipêjîne.
Leşker wan jî bi xwe belav dikin.