Herêm bi saya razemeniyan bi pêş ve diçe. li Şırnakê, bi 18 milyon û 500 hezar lîreyî 2 porjeyên girîng tên meşandin. di vê çarçoveyê de li Cizreyê projeya îşgem’ê li Silopiyê jî “sîteya tekstîlê” tê çikirin. bi saya herdu projeyan wê dora 4 hezar kes bên îstixdamkirin.
Herêm bi veberhênanên dewletê bi pêş ve diçe.
Li Cizre û Silopiya Şırnakê bi 18 milyon û 500 hezar lîreyî 2 projeyên mezin û girîng hatin destpêkirin.
Waliyê Şırnakê Ali Hamza Pehlivan: Piştî operasyonên li dijî terorê, li herêmê firsenda veberhênanan çêbû. Ji bo wê jî gelek marqe û karsazan berê xwe dan virê.
Di çarçoveya razemeniyan de li Cizreyê projeya İŞGEM’ê, li Silopiyê jî “Sîteya Tekstîlê” tê çêkirin.
Waliyê Şırnakê Ali Hamza Pehlivan:Li bajarê me nifûsa ciwanan gelek zêde ye. Ez bawer dikim bi saya van projeyan wê ji ciwanên me jî gelek miteşebîs û karsaz derkevin.