“Herêma ji firînan re qedexe gelek girîng e”

Altun: Em ê tim berpirsyariyên Îran û Rûsyayê bînin bîra wan

“Herêma ji firînan re qedexe gelek girîng e”

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun derbarê Îdlibê de daxuyanî da û têde got,”rêbaza herêma qedexe ya ji bo firînan gelek girîng e.” altun destnîşan kir ku piştî êrîşa dawî ya li îdlibê êdî sepandina peymana penaberan a Turkiye û Ewropayê jî ne mimkun e.

Helwesta Enqereyê ya ji bo Îdlibê eşkere ye.

Li gorî pêdiviyên ewlehiya neteweyî hemû gavên hewce bi biryardarî tên avêtin.

Ji bo Îdlibê herêma qedexeya ji bo firînan gelek girîng e.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: sepana herêma qedexe ya ji bo firînan gelek girîng e. sazgeriya ku di bin çavdêriya Turkiye, Rûsya û Îranê de li gorî pêvajoya astanayê hat avakirin, ev du sal in ku li herêmê pêşî li komkujiyên mezin girt, lê belê baş bi ser neket. em berpirsyariyên rûsya û îranê yên garantorên sûriyeyê tînin bîra wan û em ê tim bînin bîra wan.”

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun li Enqereyê bi nûnerên medyayê re hat cem hev û bi wan re axivî.

Altun ji bo êrîşa xayîn a rejîmê ya li Îdlibê got,”Bûyer dilsoj e û mirov gelek diqehire.”

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun:Berpirsa yekem a êrîşa dilsoj û rûdanên piştî wê yên li Sûriyeyê, ya rejîma Esed e. em ê ji bo berdewamiya tekoşîna xwe ya bekayê gavên hewce biavêjin. em ê tekoşîna xwe ya di cih de ya li wê derê bidomînin û em ê gavên xwe bi biryardarî biavêjin.

Altun diyar kir ku di mijara tekoşîna li dijî terorê de raya giştî ya navneteweyî piştgiriya hewce neda Turkiyeyê.

Destnîşan kir ku meseleya penaberên Sûriyeyî êdî tenê barê Turkiyeyê, barê hemû dinyayê ye.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: ji ber koça penaberan a ber bi ewropayê ve, li ser demokrasiya ewropayê talûkeyeke mezin çêbû. Turkiye bi derfetên xwe yên hindik penaberên sûriyeyî diparêze. piştî rûdanên li Îdlibê mixabin êdî sepandina peymana penaberan a Turkiye û Ewropayê ne minkun e.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE