Herêma lehiyê wekî "Herêma Afatê" ya Giştî hat îlankirin

"Bi îzna Xwedê em ê ji vê afatê jî xilas bibin. Çi ji destê me tê em ê bi dewletî wê bikin, înşaellah em ê ji nû va rabin ser piyan."

Herêma lehiyê wekî "Herêma Afatê" ya Giştî hat îlankirin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez niha bi eşkeretî dibêjim. Bi îzna Xwedê em ê ji vê afatê jî xilas bibin. Çi ji destê me tê em ê bi dewletî wê bikin, înşaellah em ê ji nû va rabin ser piyan."

Serokomar Erdogan hat Bozkurta navçeya Kastamonuyê ya ku di 11ê tebaxê da lê şilî barîbû û lehî rabibû. Erdgogan li vê derê niêja înê li Mizgefta Teze kir û selam da welatiyan.

Erdogan li vê derê xitabî gel kir û wiha axivî: "Min got bêyî selam ji wê derbas nebin. Ez niha bi eşkeretî dibêjim. Bi îzna Xwedê em ê ji vê afatê jî xilas bibin. Çi ji destê me tê em ê bi dewletî wê bikin, înşaellah em ê ji nû va rabin ser piyan. Vî miletî serî li ber kesî xwar nekir em ê dîsa histû xwar nekin. Vê dewletê çokveneda ew ê dîsa çokvenede. Di dema herî kin da mexdûriyet ê werin çareserkirin. Wezîrên min ên Karên Navxweyî, Gihandinê, Hawirdor û Bajarvaniyê em bi hev ra li vê derê ne. Em ê li vir nirxandinê bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku li herêmên din jî wezîr û palementer hene û piştî tesbîtan ew ê gavên lazim dikin biavêjin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE