"Herêmên ewle yên ku me li Sûriyeyê ava kir cihên herî ewle ne"

Erdogan di Komxebata Cîhana Tipê ya Tirkan ya 6emîn da axivî.

"Herêmên ewle yên ku me li Sûriyeyê ava kir cihên herî ewle ne"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Herêmên ewle yên ku me bi xebatên mezin û fedakariyan li Sûriyeyê ava kir niha li welêt cihên herî ewle ne û mirov dikare lê bijîn."

Erdogan di Komxebata Cîhana Tipê ya Tirkan ya 6emîn da axivî.

Serokomar Erdogan got em biryardar in ku hilberîna derman, parêz û cîhazên xwemalî ne tenê navê wan xwemalî be, lê dîsa jî ew girêdayî derva ye, ji pêşxistina formula wan bigire heta hilberîna dawîn bi hemû merhaleyan bikin aidê xwe.

Erdogan diyar kir dibînin ku hin welatiyên wan li hember dermanên biyanî û parêzan dûr disekinin û got dema ku me derman û parêzan li gor hesasiyetên gelê xwe çêkir û xiste xizmeta wan em ê vê pirsgirêkê jî çareser bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di seranserê qeyrana Sûriyeyê da hema bêje di hemû pêngavên ku hatin avêtin da bi tena serê xwe mane û wiha got: "Herêmên ewle yên ku me bi xebatên mezin û fedakariyan li Sûriyeyê ava kir niha li welêt cihên herî ewle ne û mirov dikare lê bijîn."

Erdogan got yên ku 8 salên dawîn ji bilî ku ji bo penaberên Sûriyeyî li sînorên xwe sêncên têl datînin karekî din nakin mixabin ku îro jî ji bo hewldanên ku dê dawî li hesreta welêt a penaberan bîne dibin asteng.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE