Herîrî: "Peymana petrolê ya HDS-Amerîkayê ji bo yekîtiya welêt xetere ye"

Nasir Heririyê Serokê Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê peymana ku Delta Crescent Energy LLCya şirketa Amerîkayê ji bo çavkaniyên petrolê yên li rojhilatê welêt bi YPG/PKKya rêxistina terorê ra çêkir wekî tehdîda dijî "yekîtî û ewlehiya welêt" nirxand.

Herîrî: "Peymana petrolê ya HDS-Amerîkayê ji bo yekîtiya welêt xetere ye"

Nasir Heririyê Serokê Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê peymana ku Delta Crescent Energy LLCya şirketa Amerîkayê ji bo çavkaniyên petrolê yên li rojhilatê welêt bi YPG/PKKya rêxistina terorê ra çêkir wekî tehdîda dijî "yekîtî û ewlehiya welêt" nirxand.

Herîriyê serokê koalisyona mixalefeta Sûriyeyê rojev nirxand.

Herîrî peymana ku şirketa Amerîkayê ji bo derxistin, parzinkirin û bazirganiya petrolê bi HDSya di kontrola YPG/PKKya rêxistina terorê ra çêkir wekî "xeternak" nirxand û got ku peyman derhiqûqî ye.

Herîrî bal kişand ku peymana serê mehê hat eşkerekirin desthilatdariya Sûriyeyê tune dihesibîne û wiha pê da çû: "Milîsên HDSyê guh nedan îradeya gelê Sûriyeyê peymana navneteweyî îmze kirin, ev gaveke wisa ye ku ewlehî û yekîtiya welêt dixe xetereyê û tu carî nayê qebûlkirin."

Herîrî got gavên ku hêza aboriyê û siyasî ya YPG/PKKyê zêde dikin zirarê didin yekîtiya welêt û têkiliyên di navbera gelê herêmê da.

Herîrî diyar kir ku rêxistin li ciyên dagir kiriye mifredata perwerdeyê diguherîne û di çalakiyan da hin kesan dixe hedefê ev jî ji bo şerê navxweyî dibe ku bibe sedem.

Herîrî wiha axivî: "Welatên ji îxlalên van milîsan (HDS/PKK) ra dengê xwe dernaxin dibê biryarên xwe carekî dîsa binirxînin."

 "Îran hewl dide civaka Sûriyeyê biguherîne"

Nasir Herîriyê teze bû serokê koalisyona mixalefetê diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a mixalefeta siyasî dijî wê têkoşînê dide ew e ku rejim nêzî lihevkirinê nabe.

Herîrî destnîşan kir ku rejima Esed guh nade berjewendiyên gelê Sûriyeyê, civaka navneteweyî jî qasî ku lazim dike zorê nade rejimê.

Herîrî diyar kir ku Îran erdên Sûriyeyê dagir dike û got, "Îran milîsên xwe li gelek ciyan belav dike û hewl dide civaka Sûriyeyê biguherîne."

Herîrî got ku rejima Esed dev ji çareseriya eskerî bernade, li Sûriyeyê gavên eskerî tiştekî bi destê rejimê naxin.

Herîrî diyar kir ku dibê hemû alî ji bo çareseriyeke siyasî hewl bidin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE