"Hesabdîtina bi Stenbolê re ev 566 sal e hêç neqediya"

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Hesabdîtina bi Stenbolê re ev 566 sal e hêç neqediya. Hinek hene ev 566 sal e, jan a jidestdana Stenbolê ji dilê xwe neavêtine."

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Nimayiş û Hunerê ya Avrasyayê beşdarî Pîrozbahiyên 566emîn Salvegera Fetha Stenbolê û Bernameya Fitarê bû.

Serok Erdogan got, "Hesabdîtina bi Stenbolê re ev 566 sal e hêç neqediya. Hinek hene ev 566 sal e, jan a jidestdana Stenbolê ji dilê xwe neavêtine."

Erdogan got, "Terorîstê New Zealandî yê ku hê berî nuha bi 2 mehan, 52 misulmanên ku nimêja îniyê dikirin bi hovane kuştin, qet tesadufî nîne ku bi tehdîdane dibêje 'emê Ayasofyayê ji minareyan rizgar bikin'."

Serok Erdogan behsa Stenbolê kir û wiha got, "Me pêşiya wan muhterisên ku dema li Stenbolê dinerin, tenê rant û berjewendiyan dibînin, girt. Me bi wan veberhênan û xizmetguzariyên ku me xistin rewacê, sîmaya Stenbolê guherand. Înşaallah emê serdema pêşiya me îhaleya Tunela 3 qatî ya Stenbolê bikin û têxin rewacê. Em weke Bînalî Yildirim û Serokê Komara Tirkiyeyê bi hêzeke sêyanî emê, 25 navçeyên xwe, Stenbolê, bigihînin asteke gelekî bilind."AA

Dîroka nûkirinê: 30 Gulan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE