Heskîf dê jinûva rabe ser xwe

Heskîfa navçeya Batmanê ku dema Bendava Ilisuyê bikeve fealiyetê dê di bin avê da bimîne, li jîngeha nû ku 3 kîlomêtro dûr e, dê bi xetên xwe yên dîrokî va defetên jiyana hemdem pêşkêşî niştecih û ziyaretvanên xwe bike

Heskîf dê jinûva rabe ser xwe

Heskîfa navçeya Batmanê ku dê di binê Gola Bendava Ilisuyê ya ku çêkirina wê kuta bû da bimîne, li jîngeha nû ku 3 kîlomêtro dûr e, dê bi xetên xwe yên dîrokî va defetên jiyana hemdem pêşkêşî niştecih û ziyaretvanên xwe bike.

Heskîfa ku nifûsê wê 3 hezar û 500 e û wê di bin avê da bimîne, ji bo ku digel heyînên xwe yên dîrokî û çandî bo jîngeha nû ku 3 kîlomêtro dûr e were veguhastin, xebat û fealiyet bênavber didomin.

Di çarçoveya xebatên parastina heyîn û berhemên dîrokî û çandî û herwiha veguhastina wan ji bo nifşên paşerojê da berhemên dîrokî yên ku wê di bin avê da bimînin bo jîngeha nû tên veguhastin.

Li jîngeha nû ku avakirina wê li ser 3 hezar dekar erdî bi 6 milyar lire budceyê va dewam dike, bînayên qamûyê, gelek tesîsên sosyal û herwiha kargeh û xaniyên li gorî mîmariya herêmê hatin avakirin.

Hedef ew e, jîngeha nû ku li kêleka gola bendavê tê avakirin, di warê tûrîzma xweza, av û çandê da jî bi pêş bikeve û lewma dema proje kuta bibe, dê pir bi kêrî geşedana turîzma herêmê jî were.

- Pêşiyê bînayên qamûyê hatin veguhastin

Li Heskîfa ku armanc ew e ku bibe ji navçeyên bijarte yên Tirkiyeyê, xebat bêsekan dewam dikin. Jîngeha Heskîfa berê 500 dekar erd bû, lêbelê jîngeha nû, 3 kîlomêtro dûr û li ser 3 hezar dekar erdî hat avakirin.

Li jîngeha nû çêkirina bînayên qamûyê yên wekî Qaymeqamtî, bînaya şaredariyê, Fermandariya Cendermeyên Navçeyê, Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê, Dibistana Bilind a Pîşeyê Otêlvaniyê û Kargeriya Turîzmê ya Zanîngeha Batmanê, Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê ku ji 25 ciyên razanê di xwe da dihewîne, kuta bûn û ev bîna ji bo xizmetê ketin fealiyetê.

- Dê di avahiyên nûjen da bijîn

Li jîngeha nû, digel Navenda Bazirganiyê ku ji 98 kargehan pêk tê, 710 xanî hatin çêkirin. Piştî verastkirina dewrûbera bînayan, dê van avahiyên nûjen radestî Heskîfiyan bikin û herwiha xelkê navçeyê jî dê di malên 160 mêtrokareyî da jiyana xwe bidomînin.

Qaymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku dewlet girîngiyeke cuda dide navçeyê û projeyên pir mezin lê bi cih anîn û wiha pê da çû:

"Ev proje hem ji bo dewletê û hem jî ji bo herêmê projeyeke vîzyonê ye. Di vê çarçoveyê da ji nexweşxaneyê bigire heya zanîngehê, ji pirtûkxaneyê bigire heya tesîsên sosyal, ji dibistanan bigire heya mizgeftan dewletê her cure veberhênan pêk anî. Dema ev hemû kuta bibin, Heskîf dê li dinyayê bibe ciyekî newaze û bijarte. Heskîf dê bibe bajarekî qeraxê, li vê derê dê tûrên kelekan bên kirin, werzişa avê dê were kirin, lîmana wê ya antîk dê hebe û herwiha dê marîna, arkeopark, muzeya wê hebe. Ev yek hemû dê bibin wesile ku Heskîf bibe navendeke cazibeyê."

Serokê Komeleya Çandê ya Heskîfê Ahmet Akdenîz jî diyar kir ku ew li hêviyê ne ku proje zû biqede, da ku ji dinyayê ra bibin nimûne.

Akdenîz wiha axivî, "Heskîf wekî bajarekî nimûne hatiye sêwirîn û wisa tê avakirin. Em dixwazin ev bajarê nimûne, ji dinyayê ra jî bibe nimûne. Bav û kalên me bi hezaran sal berê derketine lutkeya şaristaniyê. Îja em jî dixwazin mîna kalên xwe, bi Heskîfa xwe ya nû va derkevin ser asta şaristaniyên hevdem."

 

 

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2018, 14:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE