Li Bîrecika navçeya Şanliurfayê hin welatî hespên xwe yên di çandinî û barbirinê da diemilînin di ava Çemê Feratê da hênik dikin.
Li Bîrecika ku germahiya hewayê 38 pile ye welatiyên ku di qêleya nîvro da dernakevin derva ji ber kelekela zêde hespên xwe yên di çandinî û barbirinê da diemilînin di ava Feratê da hênik dikin. Welatiyên ku hespên xwe hênik dikin di avê da avjeniyê jî dikin.
Huseyîn Eryikarê hespê xwe kir ava Çemê Fereatê got, "Di rojên dawîn da hewa zehf germ e. Mîna însanan heywan jî di germê da aciz dibin. Min jî hespê xwe anî Çemê Feratê û hênik dikim."AA