Li çil û çiya berf heye û ji bo heywanan dîtina xwarinê zor û zehmet e. Li muşê welatiyê dildar ji bo ku heywanên li çolê ji ber birçîbûnê nemirin, ji bo wan xurek berhev kir û da wan. Welatî bi koliyan goştê mirîşkan û êm da heywanan.
Li her derê berf heye û hewa di bin sifrê de 15 pîle ye.
Ji ber berfê ji bo hewyanên li çolê dîtina xwarinê bi zor û zehmet e. Gelek heywan jî di nav van şert û mercên zor de dimirin.
Li Muşê welatiyekî dildar bi hessasiyet ji bo heywanan hewl dide.
Bayram Güvenirê Muşî bi koliyan êm û goştê mirîşkan berhev dike.
Güvenir ji bo heywanan goştê mirîşka datîne çolê.
Bi vê yekê heywan jî birçî namînin.
Ev hessasiyet ji bo welatiyan wek mînakekê ye û hessasiyeta ji bo heywanan zêdetir dike.