Heta niha 268 cejn dîtin

Di Lîwaya Hemîdiyeyê de ketiye 3 şeran...

Heta niha 268 cejn dîtin

Mehmet Esen ji Diha Sêrtê dijî.... kî ye Mehmet Esen? Kalekî 140 salî ye, heta niha gelek dem û dewran dîtine…

Di dawiya Dewleta Osmaniyan de leşkerê Lîwaya Hemîdiyeyê bû.

Di 3 herbên mezin de şer kir û yek ji wan şerê Çeneqqelê ye.

Û heta niha 268 cejn dîtin.

Mehmet Esen 140 salî ye û li Diha Sêrtê dijî.

“Eşîrên me hebûn. Em rabîn. Eşîran got bila her kes memleketê xwe asê bike.”

Kalê 140 salî di yekemîn şerê Cîhanê de bi Rûsan re jî şer kiriye.

“Guhê xwe nedan. Rabûn çûn. Dîsa rabîn çûn Rûsatê. Dinya ket destê Rûsan.”

Esen 4 caran zewiciye û niha hejmara nevî û nevîçirkên xwe nizane.

Neviyên wî ji bo ku 268. cejna wî pîroz bikin hatin cem wî.

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE