"Heta niha ji 2 hezar û 100î zêdetir endamên rejimê hatine kuştin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir meseleya Sûriyeyê ji bona Tirkiyeyê macera yan jî hewldana berfirehkirina sînorên xwe nîne û got ku em bi xemgînî dibînin ku hin kesan hê jî meneya têkoşîna ku dewleta me li Sûriyeyê dide fehm nekirine.

"Heta niha ji 2 hezar û 100î zêdetir endamên rejimê hatine kuştin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Hetanî nika ji 2 hezar û 100î zêdetir endamên rejimê hatin kuştin, kêmzêde 300 wesayît hatin îmhekirin."

Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê bi parlamenterên AK Partiyê yên Stenbolê ra hat bal hev.

Serokomar Erdogan destnîşan kir meseleya Sûriyeyê ji bona Tirkiyeyê macera yan jî hewldana berfirehkirina sînorên xwe nîne û got ku em bi xemgînî dibînin ku hin kesan hê jî meneya têkoşîna ku dewleta me li Sûriyeyê dide fehm nekirine.

Erdogan diyar kir qederê 4 milyon însan ji ber êrîşên bixwîn yên rejimê ber bi sînorên wan va tên û jê milyon û nîvek niha li ber sînorên Tirkiyeyê ne û got ku em 3,7 milyon Sûriyeyiyan li welatê xwe dihewînin, em nikarin ji binê pêleke nû ya koçberiyê derkevin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Îdlib wek mijareke ku welatê wan bikin tengasiyê û destkeftiyên wan yên din ji destê wan bên hildan tê emilandin û bi vî awayî hatiye ber Tirkiyeyê.

Erdogan diyar kir li Sûriyeyê derdekî wan yê ji bona neft û axê tuneye û got ku em dixwazin bi herêmeke ewle sînorên xwe ewledar bikin û wiha axivî: "Em wekî vexwendiyên Esed neçûn wê derê. Em wekî vexwendiyên gelê Sûriyeyê çûn wê derê. Hetanî gelê Sûriyeyê nebêje "temam e, xilas bû" niyeta me tune ku em ji wê derê derkevin. Min ji Birêz Putîn ra jî got. 'Çi karê we li wir heye?' Heger dixwazin baregeh çêkin dîsa çêkin, lê li wir ji ber me vekişin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir hedefa sereke ya senaryoya li dijî wan Sûriye nîne Tirkiye ye û got ku yên li Sûriyeyê daxwazên xwe distînin ew ê berê guleyê bidin Tirkiyeyê.

Erdogan diyar kir nêrîna wekî kesên îro Sûriye xistine 3 parçeyan ew ê rêzê nîşanî yekîtiya Tirkiyeyê bidin xêncî xefletê tiştek nîne û wiha peyivî: "Ez bangî gelê xwe yê niha li ber ekranê ne dikim: Pirsa 'Çi karê Tirkiyeyê Sûriyeyê heye?', rastiyê da pêşniyaza 'Bira Tirkiye teslimî rêxistinên terorê û rejima neyarê wê ye bibe' li me dike. Tiştê ku dikin ev e."

Serokomar Erdogan der barê êrîşa li Îdlibê da wiha got: "Me pêr gotibû di herekata îdlibê da 34 kes, paşê derket 36 kesan. Ez bawer dikim ku şehîdên me li lûtkeya têkoşîna welatkirina gelê me cî digrin. Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Hetanî nika ji 2 hezar û 100î zêdetir endamên rejimê hatin kuştin, kêmzêde 300 wesayît hatin îmhekirin. Ji duh êvarê pê va 7 depoyên amûrên kîmyewî jî lê ne hatin teqandin. Me nedixwest ku were vê astê. Lêbelê madem wana anî vê astê ew ê li ber encaman jî histûyê xwe xwar bikin."

Erdogan got ku dibê her kes bibîne û qebûl bike ku têkoşîna li Sûriyeyê tê dayîn bi pêşeroja gelê me ra eleqedar e.

Serokomar Erdogan diyar kir wê biryardariya xwe nîşanî rejimê jî kesên piştgiriyê didin wan jî bidin û wiha axivî: "Ji çalakiya ewl ya PKKyê ku di 1984an da hat kirin divê em ji bîr nekin ku li ser axa me heta niha qederê 7 hezar û 500 hêzên me yên ewlehiyê û 6 hezar û 800 welatiyên me yên sivîl hatine kuştin. Niha li Sûriyeyê hejmara terorîstên hatine perwerdekirin û çekdarkirin di navbera 40 hezar û 60 hezarî da ye."

Erdogan destnîşan kir li Sûriyeyê li seranserê xeta sînorên wan ji bona avakirina herêma ewle ya 30 kîlomêtro di hundir da ye xebatên wan didomin û wiha got: "Soza dabûn me çi bû? Wê YPG û PYD ji herêmê derxistina. Ne Rûsya û ne jî Amerîkayê sozên xwe bi cî neanîn û dernexistin."

Serokomar Erdogan diyar kir duh di seranserê rojê da bi serokan ra xeberdane ji xêncî serokê mixalefeta sereke û wiha got: "Ewî lituf nekir û li me negeriya. Çi ye ez ê lê bigerim. Ez çima li te bigerim, dinya li me digere, tu yê jî li me bigerî, em ê jî ji te ra qala hûrgiliyan bikin."

Erdogan der barê meseleya penaberan da wiha axivî: "Me çend meh berê çi got? Heke ev wisa dewam bike em ê mecbûr deriyan vekin. Aciz bûn. Bi gotinên me bawer nekirin. Me got çi kir? derî vekirin. Ji duh vir da ji 18 hezarî zêdetir kes bi zorê derbas bûn. Dibe ku îro bibe 25-30 hezarî. Em ê ji îro şûn da jî deriyan negrin."

Serokomar Erdogan diyar kir kesên bi hezaran TIR çek, cebilxane, wesaît û hacetan didin rêxistinên terorê, dîsa rejim jî çek, cebilxane, wesaîtan, hacet û moşekan ji van dewletan distîne, lê tu kes di vê mijarê da destekê nade Tirkiyeyê û di mijara penaberan da jî destekê nadin.

Erdogan der barê aboriya Tirkiyeyê got ku hemû daneyên tên cardin piştrast dikin heyama berxwedanê li paş maye û cardin derbasî pêşketinê bûne û wiha dewam kir: "Tirkiye di sala 2018an da rastî êrîşên aboriyê hatibû û ji bo çareserkirina tengasiyên aboriyê bi gavên pêbawer dimeşe. Bi pêşketina ji sedî yekan me dersa hewce dikir da kesên digotin di 2019an Tirkiye wê top biavêje û biqede."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE