"Heta niha li Turkiyeyê nexweşên bi vîrusa koronayê ketibin tuneye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya li Wezareta Tenduristiyê der barê geşedanên li ser vîrusa koronayê cureyeke nû ye û welatiyên ji Çînê tînin welêt da daxuyanî.

"Heta niha li Turkiyeyê nexweşên bi vîrusa koronayê ketibin tuneye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Heta niha ji 88 gumanbarên li bajarên curbecur xeber hat û mînakên ji wan hildayî hatin analîzkirin. Heta niha li Turkiyeyê kesekî ku nexweşiya vîrusa koronayê pê ra hebe tuneye."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî civînLijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya li Wezareta Tenduristiyê der barê geşedanên li ser vîrusa koronayê cureyeke nû ye û welatiyên ji Çînê tînin welêt da daxuyanî.

Koca diyar kir li tevahiya dinyayê heta 1ê Sibatê saet 09.30yan li 26 welatî bi tevahî 11 hezar û 791 kes bi vîrusê ketine û jê ji sedî 99 li Çînê ye û wiha got: "Heta niha ji 88 gumanbarên li bajarên curbecur xeber hat û mînakên ji wan hildayî hatin analîzkirin. Heta niha li Turkiyeyê kesekî ku nexweşiya vîrusa koronayê pê ra hebe tuneye."

Wezîrê Tenduristiyê Koca destnîşan kir heta niha bi tevahî 13 hezar rêwî hatin kontrolkirin û ji nav wan tu rêwiyekî jê bikevin şikê derneket.

Koca ragihand di 42 kesên ku ji Vuhana bajarê Çînê anîn nîşaneyên nexweşiyê nehatin tesbîtkirin.

Fahrettîn Koca destnîşan kir balafira ji Çînê bi rê ket tê payîn ku di saet dora 20.00î da li Enqereyê dayne û rêwiyên tê da ne jî wê bişînin Nexweşxaneya Zekaî Tahîr Burak.

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir kesên ji Çînê tînin wê 14 rojan li Nexweşxaneya Zekaî Tahir Burak di odeyên cuda da bên şopandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE