Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum derbarê erdheja ku li Nîgdeyê çêbû da got, "Heta niha êxbara tu xesarê nehatiye kirin, em bi ekîbên xwe va li herêmê pêvajoyê ji nêz va dişopînin."
Kurum derbarê erdheja 5,1ê ya ku li Borê çêbû da li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:
"Li Bora navçeya Nîgdeyê erdhej çêbû û erdhej ji bajarên me yên derdorê jî hat hîkirin. Kesên ku erdhej hîs kirin derbasî bibe. Heta niha êxbara tu xesarê nehatiye kirin, em bi ekîbên xwe yên midûriya bajêr va li herêmê pêvajoyê ji nêz va dişopînin."
Li Bora navçeya Nîgdeyê bi lerza 4,1î erd hejiya.
Li gor agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) di saet 06.37an da li navçeya Borê bi lerza 4,1î erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 7,03 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
AA