"Heta Qerebax ji vê dagirkirinê rizgar bibe wê ev têkoşîn bidome"

Serok Recep Tayyip Erdoğan di vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê de axivî.

"Heta Qerebax ji vê dagirkirinê rizgar bibe wê ev têkoşîn bidome"

 Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got "Heta Qerebax ji vê dagirkirinê rizgar bibe wê ev têkoşîn bidome."

Erdogan di Merasima Vekirinê ya Nexweşxaneya Bajêr ya Konyayê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ji Sûriyeyê heya Behra Sipî û Qefqasan gava ciyên qeyran lê hene didin ser hev li gor tabloya heyî derdikeve holê ku dixwazin Turkiyeyê dorpêç bikin û wiha got: "Em him yekîtiya welat û gelê xwe û hêza dewleta xwe diparêzin û digel wê jî gavên ku vê dorpêçê xera dike diavêjin."

Erdogan der barê pevçûnên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da got ku heta Qerebax ji vê dagirkirinê rizgar bibe wê ev têkoşîn bidome.

Serokomar Erdogan diyar kir kesên li Rojhilatê Behra Sipî bi gef û şantajên vala bi welatê wan paşda gav nedan avêtin ji mecbûrî guh dan bangên wan yên diyalogê.

Erdogan di berdewamiyê da destnîşan kir kesên dixwazin li Sûriyeyê gefê li wan bixwin divê bibînin ku şensê wan yê serkeftinê nemaye û got ku her derê ku ji bona welatê me gef e ji bona me qada herekatê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE