"Heta îro agir bi 125 daristanan ket û jê 117 der bi temamî hatin temirandin"

Pakdemirlî: Agir bi 125 deran ket, jê 117 şewat an bi temamî hatin temirandin an hildan binê kontrolê

"Heta îro agir bi 125 daristanan ket û jê 117 der bi temamî hatin temirandin"

 Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî ragihand, ji 28ê tîrmehê heta îro agir bi 125 daristanan ket û jê 117 der bi temamî hatin temirandin an jî di binê kontrolê da ne.

Wezîr Pakdemirlî bi firokeyê li ser daristanên ku şewitîn geriya û paşê li Avahiya Ekîba Şewatê ya Beldîbiyê ya Şehîd Gorkem Hasdemirê der barê rewşa dawîn da daxuyanî da.

Pakdemirlî wiha axivî, "Di navbera 28ê tîrmehê û 1ê tebaxê da agir bi 125 deran ket, jê 117 şewat an bi temamî hatin temirandin an hildan binê kontrolê. Vê gavê 8 şewatên ku dewam dikin, hene. Li Antalyayê şewata daristanên Manavgat û Gundogmuşê dewam dike. Li Muglayê şewata daristana Marmarîs, Koycegîz, Mîlas, Kavaklidere û Seydîkemerê dewam dike."

Pakdemirlî daxuyand ku bi giştî 16 balafir, 9 ÎHA, 45 firoke, 6 firokeyên rêvebiriyê, firokeyeke bêmeriv, 708 arazoz, 120 makîneyên kar, 4 hezar û 800 personel seba temirandina agir dixebitin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE