"Heta sala 2023yan em ê temamiya 81 bajarên xwe bi baxçeyên gel bixemilînin"

Serokomar Erdoğan di Merasîma Vekirina Komî ya Bexçeyên gelde axivî.

"Heta sala 2023yan em ê temamiya 81 bajarên xwe bi baxçeyên gel bixemilînin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Merasima Vekirina Giştî ya Baxçeyên Gel bû.

Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir di heyama ku dikevin salvegera 100emîn ya komarê da gav bi gav nêzîkî hedefa xwe ya li 81 bajaran çêkirina 81 milyon mêtroqere baxçeyên gel dibin û got ku heta sala 2023yan em ê temamiya 81 bajarên xwe bi baxçeyên gel bixemilînin.

Serokomar Erdogan diyar kir di 18 salên dawîn da li welatê wan salê di navbera 500 hezar û milyonekî da avahiyên nû tên çêkirin.

Erdogan destnîşan kir hemd ji Xwedê ra be di heyama vê şewbê da nîşanî hemû dinyayê da ku dewleteke mezin in û wiha got: "Divê welatiyên me guh bidin rêgezên maske-mesafe-paqijiyê. Heger wisa nebe wê astengkirinên bi vî rengî cardin bên rojevê."

Serokomar Erdogan ragihand ku navê Veysel Erogluyê Wezîrê Daristan û Karên Avê yê berê dane Bendava Ilisuyê.

Erdogan der barê geşedanên li Lîbyayê da got ku eskerên me di nav rojên dawîn da li Lîbyayê têkoşîna ku bi birayên xwe yên Lîbyayê ra didin ber bi planên di hedefê da ne diçin.

Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da diyar kir astengkirinên roja şemî û yekşemê hatine rakirin û got ku gelê min dikare roja şemî û yekşemê jî wekî nav hefteyê serbest e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE