Hevdîtina Akar û Shanahan

"Em dixwazin 8 dewletên ku şirîkê projeya F-35an in li hemberî me berpirsyariya xwe bi cî bînin."

Hevdîtina Akar û Shanahan

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got hevdîtina wî ya bi Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê Patrick Shanahan baş derbas bûye û wiha daxuyand: "Em dixwazin 8 dewletên ku şirîkê projeya F-35an in li hemberî me berpirsyariya xwe bi cî bînin."

Akar der barê hevdîtina bi Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê Patrick Shanahan ra daxuyanî da.

Akar got hevdîtina wî ya bi Shanahan ra baş derbas bûye û wiha axivî: "Me dît ku wan gelek mijar baştir fêm kirine, di van mijaran da jî nêzîkî fikrê me bûne ku em ji ber vê kêfxweş in."

Li ser pirsa "di hevdîtinê da mijara projeya balafirên şer a F-35an hat axaftin an na" jî Akar wiha got: "Wek şirîkên stratejîk xebatên me yên der barê aborî û ewlehiyê da dewam dike. Ji van yek jî mijara F-35an e. Em di heman demê da şirîkê projeya F-35an in. Em dixwazin 8 dewletên ku şirîkê projeya F-35an in li hemberî me berpirsyariya xwe bi cî bînin. Me ev mijar carek din anî rojevê."

Wezîr Akar behsa mijara pergala Patrîotan jî kir û got Amerîkayê teklîfeke nû aniye rojevê, wan jî gotiye ew kur û dûr li ser vê mijarê dixebitin dema xebat xilas bûn ewê agahiyê bidin..

Dîroka nûkirinê: 17 Nîsan 2019, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE