Hevdîtina bi Barzanî re

Serok Recep Tayyip Erdoğan beşdarî weşana hevpar ya televîzyon û medyaya civakî bû û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Hevdîtina bi Barzanî re

Serok Recep Tayyip Erdoğan beşdarî weşana hevpar ya televîzyon û medyaya civakî bû û bersiv da pirsên rojnamevanan. Erdoğan ji bo banga Öcalan a ku divê hdp di hilbijartinên Stenbolê de bêalî bimîne got; di navbera Öcalan û Demirtaş de şerê îktîdarê heye. Erdoğan da zanîn ku Serokê Herêma Kurd Nêçîrvan Barzanî wê îro biçe Stenbolê û bibe mêvanê taybet ê serokkomar.

Serkêşê rêxistina terorî PKKê Abdullah Öcalan bangî HDPê kir di hilbijartinên stenbolê de bêalî bimîne. Ev yek ji Erdoğan hat pirsîn.

Erdoğan dest nîşan kir ku di navbera Öcalan û Demirtaş de şerê îktîdarê heye û wiha dewam kir: "Öcalan naxweze îktîdar ji destê wî biçe. Ji ber vê jî gelek daxuyaniyên wî yên tund hene. Dibêje divê ez ji Demirtaş û ekîba çiya hisabê bipirsim. Wisa hizir dike ku wan îxanet li wî kirine."

Hevdîtina bi Barzanî re

da zanîn ku serokê herêma kurdî Nêçirvan Barzanî wê îro biçe Stenbolê û bibe mêvanê wî yê taybet. Erdoğan got; Ev demeke dirêj e ku Barzanî nehate Tirkiyê. Piştî ku wek serok hat hilbijartin daxwaza randevuyê kir û me jî randevû da.

Erdoğan bangî Partiya Saadetê jî kir û got; Binali beg ya ket ser wî kir. Çû serdana hemû qademeyên bilind ên partiya saadetê. Ez helwesta Partiya Saadetê jî fêm nakim. Ji bo terorê xizmetê dikin. Me hevalên xwe yên qdir bilind xistin navberê û me ji wan re xeber şand ku bila di demeke musaîd de bên û em vê meseleyê çareser bikin. Bila partî vegere ser siyaseta xwe ya bingehîn...

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE