Hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar derheqê hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra daxuyanî da...

Hevdîtina bi heyeta Amerîkayê ra

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê hevdîtinên bi heyeta Amerîkayê ra ku li Wezareta Parastina Neteweyî tên kirin da got ku civîn erênî û baş derbas bûn.

Akar li ber otêla ku Konferansa Balyozan tê lidarxistin daxuyanî da rojnamevanan.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji bona pirsa der heqê hevdîtinên bi heyeta Amerîkayê ra ku li Wezareta Parastina Neteweyî tên kirin da got ku hevdîtin niha dewam dikin û di saetên pêş da wê temam bibin.

Akar destnîşan kir di civînan da kêfxweş bûne ku mixatabên wan nêzî fikrên wan dibin û got ku civîn erênî û baş derbas bûn."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir hêvî dikin ku bi mutefîqên xwe yên Amerîkayî ra bixebitin û wiha axivî: "Me berê jî gotibû heger nebe çi hewce bike em ê bikin."

Akar der barê avakirina herêma ewle da destnîşan kir plan û rewşa yekîneyên wan yên li qadê temam bûne û got ku lê me got ku em dixwazin bi Amerîkayê ra hereket bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 14:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE