Hevdîtina Çavuşoğlu û Pompeo

Çavuşoğlu: Me lîsteya endamên FETÖyê yên ku em îadeya wan dixwazin da Pompeo...

Hevdîtina Çavuşoğlu û Pompeo

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu ligel Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Emerîkayê John Bolton re civiya. Kuştina kaşikçi, îadeya serkêş û endamên feto’yê, doza halkbankê di rojeva wan de bûn.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu piştî hevdîtinên xwe yên li New York û Washingtonê daxuyanî da medyayê.

Çavuşoğlu got ku wî lîsteya 84 endamên FETO’yê yên ku îadeya wan tê xwestin daye Pompeo û Bolton.

Wezîr Çavuşoğlu:Jixwe derbarê FETO’yê de hêviya me çî ye Emerîka dizane. Herî dawî serok Erdogan bi telefonê bi Trump re axivîbû û îadeya endamên FETO’yê rica kiribû. Me ew lîste him da Pompeo him jî me da Bolton.

Wezîrê Karên Derve ragihand ku hûrgiliyên rênexşeya Munbîcê jî hatine axaftin.

Wezîr Çavuşoğlu:Em li ser pêdiviya sepandina rênexşeya Munbîcê axivîn. Ev rênexşe ne bi tenê bi Munbîcê re eleqedar e, bi îstikrara ji bo rojhilatê firadê jî eleqedar e.

Mijareke din jî kuştina Cemal Kaşikçi bû. Mevlüt Çavuşoğlu got ku divê ev kuştin bê lêkolandin û kî telîmat daye derkeve holê.

Wezîrê Karên Derve destnîşankir ku Halkbankê ambargoya li ser Îranê bin pê nekiriye.

Wezîr Çavuşoğlu:Eşkere ye ku Halkbankê mueyîdeyên li hemberî Îranê bin pê nekiriye.

Çavuşoğlu rayedarên Emerîkî re gotiye ku muafiyeta ji mueyideyên li hemberî Îranê divê mayînde û berfireh bibe.

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2018, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE