Hevdîtina Erdogan-Putîn

"Biryarên ku em ê îro li vir bidin wê him herêmê û him jî welatê me rehet bike."

Hevdîtina Erdogan-Putîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn da got: "Biryarên ku em ê îro li vir bidin wê him herêmê û him jî welatê me rehet bike."

Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn li Qesra Kremlînê ya Moskovaya Rûsyayê dest pê kir.

Beriya hevdîtinê Erdogan spasiya Putîn kir û wiha got: "Me yê ev hevdîtin li Tirkiyeyê bikira. Ji ber xebatên we yên der barê zagona bingehîn da û geşedanan em li vir dicivin."

Erdogan anî ziman ji ber mizakereyên Îdlibê ev civîn pir girîng e, çavê hemû dinyayê li vê civînê ye û wiha axivî: "Biryarên ku em ê îro li vir bidin wê him herêmê û him jî welatê me rehet bike."

Serokomar Erdogan behsa têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê kir û wiha dewam kir: "Him di qada parastinê, him di qada bazirganiyê da em di nav heyemake pir cuda da ne. Em hewl didin van hê jî pêşva bibin. Armanca me ya mezin ew e ku em van hê jî xurt bikin. Ez wisa baawer dikim emê bi ser bikevin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE