Hevdîtina ji bo Îdlibê ya bi Emerîkayê re

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê James Jeffrey ji bo hevdîtinan hat Ankarayê

Hevdîtina ji bo Îdlibê ya bi Emerîkayê re

Piştî rageşiya li Îdlibê, hewlên dîplomatêik ên li Ankara  jî zêde bûn. Piştî Şandeya Rûsyayê, vê carê jî nûnerê taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê james jeffrey hat Ankara. Heyeta bi Jeffrey re wê li Ankarayê hevdîtinan bike.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê James Jeffrey do êvarê hat Turkiyeyê.

Jeffry îro bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Önal re civiya

Pişt re jî wê James Jeffrey û Berdevkê Serokatiyê İbrahim Kalin bên ba hev.

Di hevdîtinan de, di serî de êrîşên rejîmê yên li ser leşkerên Turkiyeyê, wê gelek geşedanên li herêmê bên nirxandin.

Her wiha, Turkiye dixwaze krîz û drama însanî ya li Sûriyê bi riyên siyasî bên çareserkirin.

Ji bo vê di civînan de wê ev mesele jî bê rojevê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE