Hevdîtina li ser herêma ewle

Wezîr Akar: Êvarê ez ê bi Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê re bi telefonê bipeyvim....

Hevdîtina li ser herêma ewle

Tirkiye dixwaze li Rojhilatê Firatê herêma ewle bê avakirin. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar got; ew ê danê êvarê bi wezîrê parastinê yê emerîkayê mark esper re, bi telefonê bipeyve. Wezîr Akarê ku li Kayseriyê bû got; “haziriyên tirkiyê qediyan e”.

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar:Em dixwazin li Rojhilatê Firatê herêma ewle ava bikin. Bi saya vê em ê sînorê xwe biparêzin û xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî wê karibin sax û silamet vegerin ser axa xwe. Divê yekîtiya Sûriyê bê parastin û em her tim li ber mafê cîranên xwe rêz digrin. Ji bo avakirina herêma ewle hemû daxwazên me bi cih neanîn. Em bi sebreke mezin li bendê man. Lê nebû. Ez ê danê êvarê bi Wezîrê Parastinê Mark Esper re careke din bi telefonê bipeyvin û em ê fikrên xwe ji hev re bêjin. Li ser her îxtîmalê me haziriyên xwe qedandine. Divê her kes vê yekê zanibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE