Hevdîtina Serok Erdogan û Trump

"Hevkariya me ya stratejîk ya bi Amerîkayê ra di gelek qadan da ji bo domandina piştevaniyê me teşwîq dike"

Hevdîtina Serok Erdogan û Trump

Serok Recep Tayyîp Erdogan li ser têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê wiha got: "Hevkariya me ya stratejîk ya bi Amerîkayê ra di gelek qadan da ji bo domandina piştevaniyê me teşwîq dike. Ez bawer im ku ji vir şûn da jî ev piştevaniya me wê bi heman şiklî dewam bike." 

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20î da li Navenda Fuarê ya Osakayê ya INTEXê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hat bal hev. 

Serok Erdogan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt da û wiha got:

"Niha ji bo bazirganiya me ya bi Amerîkayê ra bigihêje hecma 75 milyar dolarî em hewl didin. Li ser sanayiya parastinê me hin pêngav avêtin û em ê hin tiştên din jî bikin. Di navbera me û Amerîkayê da niha hevkariyeke stratejîk heye. Hevkariya me ya stratejîk ya bi Amerîkayê ra di gelek qadan da ji bo domandina piştevaniyê me teşwîq dike. Ez bawer im ku ji vir şûn da jî ev piştevaniya me wê bi heman şiklî dewam bike."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE