Hevdîtinên yekîtiya nivîskarên anadoluyê

Mêvana hevdîtinê Selma Ersoy Argon neviya Mehmet Akif Ersoy bû...

Hevdîtinên yekîtiya nivîskarên anadoluyê

Yekîtiya Nivîsakarên Anadoluyê vê mehê neviya Mehmet Akîf Ersoy Selma Ersoy Argon ezimand. Selma Ersoy qala heyama serfiraziyê û têkoşîna Mehmet Akîf Ersoy kir.

Yekîtiya Nivîskarên Anadoluyê her meh mêvanên girîng diezimîne.

Mêvana Yekîtiyê vê heftiyê jî, neviya Mehmet Akîf Ersoy Selma Ersoy Argon bû.

Di hevdîtinên yekîtiya nivîskarên Anadolê de Serokê Yêkitiyê Yusuf Tosun behsa girîngiya Mehmet Akîf kir.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Anadoluyê Yusuf Tosun: em Mehmet Akif bi tenê bi Siruda Neteweyî nas dikin. Le Mehmet Akif ne tenê ev e. Em di wê baweriyê de ne ku divê doza wî, jiyana wî û têkoşîna wî jî bê zanîn”

Selma Ersoyê jî qala heyama şerê serfiraziyê, têkoşîn û sirgûna wî kir.

Neviya Mehmet Akif Ersoy Selma Ersoy Argon: Akif Ersoy dixwest ciwan hez welatê xwe bikin û jîr û jêhatî bin. Ji bo nifşa piştî xwe jî hertim digot ji bo perwerde û pêşketine hewl bidin.”

Ersoy dibêje nifşa ku Mehmet Akif hêvî dikir di 15ê Tirmehê de derket qadê.

Neviya Mehmet Akif Ersoy Selma Ersoy Argon: Di 15ê Tirmehê de Asimên Akif li derve bûn. Ez bi ciwanên me serbilind bûm. Ji her temen û emrî insan li wir bûn. Çiqas ji destê min hat ez jî derketim. Asim di 15ê Tirmehê de li derve bûn.”

Di dawiyê de Selma Ersoyê bi hezkirên Mehmet Akif Ersoy re wêne girtin.

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE