Hevkariya Antalya û Hakkariyê

Li gundekî Yükseovayê bi antên û sêniyan “îstasyona bazê” hat avakirin

Hevkariya Antalya û Hakkariyê

Li gundê hirminê yê Yükseovaya Hakkariyê, bi pêşengiya emrah yardimciyê ciwan îstasyona bazê hat danîn. Ji Antalyayê jî piştgirî ji bo wî hat. Welatiyê bi navê Cengiz Halil Candurmaz ji bo sînyala bazê rind be, ji gundiyan re alavên teknîkî şandin

Ev der gundê Hirminê yê Yükseovaya Hakkariyê ye.

Li gund problema şebeka telefonê hebû.

Emrah Yardimciyê ku ew bi xwe jî ji vî gundî ye ji bo vê problem safî bike, zend û bend badan û dest bi kar kir.

Wî bi antênên çanak, sêniyên metal û kaxezên folyoyê “îstasyoneke bazê” va kir.

Xwendekarên gund bi xêra vê şebekê dersên xwe yên onlayn taqîb dikin.

Ji bo vê xebatê ji Antalyayê jî destekek hat. Kaptanê keştiyê Cengiz Xelîl Durmaz, ji bo sînyala îstasyonê xurt bibe, ji gund re tablet şandin

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE