Li Erzirom, Agirî, Îdir, Qers, Erdexan û Tunceliyê sermayeke zêde bi tesîr e.
Li Erziromê camên wesayîtan û daran cemed girtin.
Li bajêr ji ber ku rêyan cemed girtiye şofêr zehmetiyê dikişînin, peya bi zor û zehmet dimeşin û ekîbên rêvekirinê xebatên xwe li seranserê bajêr didomînin.
Ji ber seqema zêde hin wesayît neşixulîn.
- Agirî
Li Agiriya ku germahiya hewayê di bin sifirê da heta 33 pileyan daketibû jî qeşa û cemed zêde bû.
Şembelîkên li goristana bajêr û gundê Yolluyaziyê bi zinaran va çêbûn jî qasî 6 metreyan mezin bûn.
Sifîrnekên xanî û dikanan jî şembelîk girtin û av û çemên li bajêr jî qerisîn.
Şofêrên wesayîtên wan nedişixulîn jî li bin depoyên tirên xwe agir vêxistin, cemed helandin û paşê wesayîtên xwe şixulandin.
- Îdir, Erdexan, Qers û Tuncelî
Li Erdexan, Qers, Tuncelî û Îdirê jî ji ber hewaya sar jiyana rojane bi zor û zehmet derbas dibe. Kuçe û kolanên bajaran ji ber sermayê cemed girtine û wek şemetok in.
Ekîbên şaredarî û îdareya taybet a bajêr jî ji bo vekirin û xwêkirina rêyan xebatên xwe didomînin.AA