Li Vanê jina kedkar yadîgar omrak bi makîneyekê dest bi karê xwe kir. Bi piştgiriya KOSGEBê atolyeyek ji xwe re vekir. Niha li cem wê 14 jin dişixulin, bi saya vê kargehê debara mala xwe dikin.
Ji cil û bergan bigirin heta maskeyên şewbê her tiştî didûrin.
Jina kedkar ji KOSGEBê piştgirî stend û ji xwe re atolyeyek vekir.
Bi hewla jina jêhatî 14 jin li atolyeyê debara mala xwe dikin.
Yadigar Omrak dixwaze ku hemû jin karê xwe bikin.
Omrak patenta merqeya xwe girtiye û dixwaze kincan bifiroşe welatên din.