Hewl û xebatên ekîbên rêvekirinê bi droneyê va hat kişandin

Ekîbên rêvekirinê bi makîneyên kar va ji bo rêya Erzirom-Tekmanê ya ku ev demeke dirêj e girtî ye vekin di nav berfa ji bejna mirov derbas dibe da hewl didin.

Hewl û xebatên ekîbên rêvekirinê bi droneyê va hat kişandin

Li Erziromê ekîbên rêvekirinê bi makîneyên kar va ji bo Tekmanê ya ku ev demeke dirêj e girtî ye vekin dixebitin û hewla wan jî ji alî ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) va bi droneyê hat kişandin.

Ekîbên Midûriyeta Herêma 12mîn a Rêbejê ji bo Derbasoka Palandokenê ya raqima wê 2 hezar û 885 ku bo xwe gihandina Tekmanê rêyeke alternatîf e, vekin dixebitin.

Di xebata berf paqijkirina ser rê da wesayîtên berf avêtinê, kepçe, greyder û kapyonên malê rêbejê tevlî 8 personelan dixebitin.

Ekîba rêbejê hêvî dike heta roja îniyê wê rêya ku stûriya berfê ji bejna mirov derbas dike, vekin.

Xebatên bo rêvekirinê bişev û biroj dewam dike û hewla wan a bo vekirinê jî ji alî ekîba AAyê va bi droneyê va hat kişandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE