Li Gevera Colemêrgê, bi hevkariya midûriyeta enstîtuya lêkolîna rezvaniyê ya Teki̇rdağê û midûriyeta çandiniyê ya navçeyê ji bo parastinê tiriyên endemîk xebateke taybet hat kirin. di çarçoveya xebatê de endezyarên zîraetê hin tehmên tirî ji bo parastinê hil kirin û birin banka genê ya li teki̇rdağ
Li Gevera Colemêrgê ji bo parastina nebatên endemîk xebatên taybet tên kirin.
Herî dawî ji bo parastina cisnê tirî xebatek hat kirin.
Di xebata hevpar a Midûriyeta Enstîtuya Lêkolînên Rezvaniyê ya Tekirdağê û Midûriyeta Çandiniyê ya navçeyê de li gundê Şitazinê du celebên tiriyên endemîk hatin tespîtkirin.
Dûv re endezyarên zîraetê ji mêwên tiriyên reş û zerik tehm hil kirin.
Herî dawî jî ji bo parastinê şandin banka genê ya li Tekirdağê.