Hewla ji bo pitika piçûk

Esra Çokbilici bi helîkopterê birin Batmanê...

Hewla ji bo pitika piçûk

Li Wanê ji ber ku di nexweşxaneyan de beşên nexweşên giran tijî bûn, pitika bi navê Esra Çokbilici ji aliyê midûriyeta ewlekariya bajêr ve bi helîkopterê hat birin nexweşxaneyeke li êlihê.

Midûriyeta Ewlekariya Wanê tenê ewlehiya bajêr pêk nayîne.

Lewra di rewşên lezgîn de bi hewara welatiyan de jî diçe.

Pitika biçûk a bi navê Esra Çokbilici li nexweşxaneyekê Wanê hat dinyayê û nexweş ket.

Lê ji ber ku di nexweşxaneyên bajêr de beşên nexweşên giran tijî bûn, ji bo were neqilkirin serî li Ewlekariya Wanê hat dayîn.

Ewlekariyê pitika biçûk bi helîkopterê bir nexweşxaneyeke li Êlihê.

Hat eşkerekirin ku Esra Çokbilici di beşa nexweşên giran de hatiye razandin û rewşa wê jî baş dibe.

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE