"Hewldana têkilbûna karên navxweyî yên Türkiyeyê hedê tu kesî nîne"

Wezareta Karên Derva: "Hewldana têkilbûna karên navxweyî yên Türkiyeyê hedê tu kesî nîne"

"Hewldana têkilbûna karên navxweyî yên Türkiyeyê hedê tu kesî nîne"

Wezareta Karên Derva der barê bûyerên li Zanîngeha Bogazîçiyê diqewimin da daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Hewldana têkilbûna karên navxweyî yên Türkiyeyê hedê tu kesî nîne."

Di daxuyaniya wezatê da hat gotin li Türkiyeyê heqê civîn, meş, xwepêşandan û axaftinê bi qanûna bîngehîn va hatiye tesîskirin.

Hat gotin hêzên ewlehiyê heta îro di her bûyerê da li gor qanûnan berpirsyariyên xwe bi cih anîne, wê dîsa wisa tevbigerin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hat tesbîtkirin ji dervayî zanîngehê kesên bi rêxistina terorê ra eleqedar in tevlî bûyeran bûne û hewl didin bûyer gûr bibin. Ev çalakiyên dereqanûnî heqê xwepêşandanê derbas kirine û li gor qanûnên me li hemberî van tevdîr tên dîtin."

Ji bo kesên van bûyeran gef û gûr dikin hişyarî hat dayîn ku ew têkil nebin, dersa hiqûq û demokrasiyê nedin Türkiyeyê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hewldana têkilbûna karên navxweyî yênTürkiyeyê hedê tu kesî nîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE