Hewzê avdanê bû hewzê olîmpîk

Qeymeqamiya Pötürgeyê ji bo ciwanan hewzê olîmpîk çêkir

Hewzê avdanê bû hewzê olîmpîk

Qeymeqamtiya Pûtûrgeya Meletiyê, ji bo zarokan hewza olîmpîk çêkir. Qeymeqamtiyê hewza avdanê tamîr kir û wek hewza olîmpîk xist xizmetê.

Xizmetên Qeymeqamtiya Pûtûrgeya Meletiyê dewam dikin.

Beriya vê li navçeyê hewzeke avdanê hebû. Qeymeqamtiyê hewz tamîr kir û wek hewza olîmpîk xist xizmetê.

Qeymeqamê Pötürgeyê Recep Aydin:Li navçeya me îmkanên ciwanan ne wekî yên bajarên mezin in. Me ji bo ku ciwanên me bi rehetî soberiyê bikin, hewza avdanê tamîr kir. Niha hewzeke me ya nîvolîmpîk heye. Zarokên me di nav ewlehî û tenduristiyê de avjeniyê dikin.

Zarok û ciwanên navçeyê beriya vê ji bo soberiyê diçûn Çemê Şîroyê.

Welatî ji van xizmetan kêfxweş in…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE