Hewzê Qudretê cihê şîfa û geştê ye

Ji çar aliyên welêt mirov berê xwe didin vê derê

Hewzê Qudretê cihê şîfa û geştê ye

Li Darendeya Meletiyê hewzekî bi navê "hewzê qudretê" heye. Ava hewz ji şikeft û bin zinaran tê. Ev av hem ji bo turîzma tenduristîyê hem jî ji bo turîzma siruştî potansîyeleke mezin e. Ji bajarên derdorê jî her roj bi sedan mirov ji bo şîfaya vî hewzî û vê tebîeta bêhempa tên darendeyê.

Li her quncikê Darendeya Meletiyê siruşteke nuwaze heye û mîna quncikekî bihuştê ye.

Ava ku ji şikeft û binê zinaran derdikeve ji bo turîzma tenduristîyê û ji bo ger û geştê potansiyelek e mezin e.

Ji her temenî mirov dikarin têkevin 4 hewzên ku li ber vê ava siruştî hatine çêkirin.

Personelên hewz dibêjin her roj bi sedan mirov ji bo nexweşiyên laş û dîtina vê siruştê tên vê derê.

"Bi taybetî ji bo şîfaya avê tên vî hewzî. Tê gotin av ji nexweşiyên laş, nexweşiyên hundirîn û ji êşên qelb, sinîr, bawî û movikan re baş e."

Nêzî 750 mirov dikarin bi hev re têkevin van hewzên ku ava wan bi awayekî siruştî dewra xwe pêk tîne û tim paqij in.

"Em ji bo tatîlê hatin Meletiyê. Me got; hey em hatine em herin Hewzê Qudretê jî. Newal xweş e, av xweş e û hênik e."

Ev hewzê di Newala Toxmayê de hem ji bo tenduristiyê, hem jî ji bo ger û geşt û danasîna Darendeyê roleke mezin dilîze.

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2019, 14:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE