Hewzeya Gola Vanê mazûvaniya 230 cure minminîkan dike

Hewzeya Gola Vanê seba dehan cureyên minminîkan di nav qadên jiyanê yên girîng da ye.

Hewzeya Gola Vanê mazûvaniya 230 cure minminîkan dike

 Li Tirkiyeyê 430 cure minminîk hatine tesbîtkirin û ji van 230 cure di hewzeya Gola Wanê da dijîn û ev minminîk bala çavdêrên ku bi cureyên endemîk ra mijûl in û bala wênekêşên siruştê dikişîne.

Hewzeya Gola Wanê seba dehan cureyên minminîkan di nav qadên jiyanê yên girîng da ye.

Ji nav welêt û derveyî welêt gelek çavdêrên minminîkan û wênekêşên siruştê jî hatin Wan û Bidlîsê û cureyên minminîkên endemîk ên ku di heyamên cuda da derketine, qeyd dikin.

Ji Zanîngeha Bîtlîs Erenê Wezîfedarê Hîndekariyê Oktay Subaşi ji rojnamegeran ra got ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê cihên ku minminîk herî zêde lê dijîn yek jî Hewzeya Gola Wanê ye. 

Subaşi diyar kir ku li Tirkiyeyê 430 cure minminîk dijîn û ji van 230 cure li hewzeya Gola Wanê dijîn, cureyeke minminîkan a bi navê "Pirçavên Roseyê" tenê li Wanê tê dîtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE