“Heya îktîdara me herêm hatibû îhmalkirin”

Komeleya Adakliyan, li Tuzlaya Stenbolê bingolî li hev civandin.

“Heya îktîdara me herêm hatibû îhmalkirin”

Bingoliyên li Stenbolê li navçeya tuzlayê di şîvê de hatin cem hev. di bernameyê de danasîna bernamzedên bingolê jî hat kirin. cigirserokê giştî yê ak partiyê cevdet yilmaz di bernameyê de axivî û got beriya ak pariyê herêm gelek hatibû îhmalkirin, lê me ew kêmasiyên bideh salan temam kirin.

Komeleya Adakliyan, li Tuzlaya Stenbolê bingolî li hev civandin.

Alikarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Cevdet Yilmaz jî beşdarî şeva hevnasînê bû.

Di bernameyê de xwarin hat dayîn mêvanan.

Dûv re danasîna bernamzedên AK partiye yên ji bo şaredariyên Bingolê, hat kirin.

Namzedê Ak Partiyê yê Bingölê Erdal Arikan: Heke em bên hilbijartin û bibin şaredar, wê di politikaya me ya sereke de her insan hebe. Em ê şert û mercên însanên xwe baştir bikin. Ji bo vê jî em ê her tim bi xelkê xwe û saziyên sivil re bişêwirin.

Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz got beriya Ak partiyê herêm gelek hatibû ihmalkirin.

Cigirserokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz: Beriya me herêm gelek hatibû ihmalkirin. Me him kêmasiyên bi deh salan çareser kirin him jî pêwistiyên îro anîn cih. Ev ne hêsan e. lê bi rêjeyeke mezin em bi ser ketin. Em ê di heyama bê de kêmasiyên din jî temam bikin.

Karsaz û parlamenterê Bingolê Fevzi Berdibek jî ji bo navçeya Adakliyê soza çekirina navendeke diyalizê da.

Parlamenterê Bingölê Feyzi Berdibek: niha hejmara nexweşên diyalizê zêde bûye. Loma ez ji vir soza wê yekê didim. Her çi pêwist be emê bikin. Lewra ez jî evdekî ji Adakliyê me.

Dîroka nûkirinê: 08 Kanûn 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE