Heyama berhevkirina hingiv

Mêşvanên herêmê hingivê xwe kom dikin

Heyama berhevkirina hingiv

Li herêmê gelek kes debara xwe bi meşvaniyê dikin. meşvanên Bitlisê jî niha hingivê xwe kom dikin. mêşvan li hêviyê ne îsal 3 hezar ton hingiv berhev bikin.

Li zozanên Bitlisê gelek kes meşên hingiv xwedî dikin û bi meşvaniyê debara xwe dikin.

Li ser çiyayên bajêr bi hezaran cure nebat û kulîlk hene. Ev yek ji bo meşvaniyê derfetek mezin e.

Meşvanên ku kewarên xwe danîne zozanên Bitlisê niha hingivê xwe berhev dikin.

Meşvan dibêjin em ê îsal nêzî 3 hezar ton hingiv berhev bikin.

Meşvan dê heta meha Mijdarê bixebitin û hingivên xwe bişînin bazaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE