Bi hatina payîzê re êdî tirî tên berhevkirin. Li Kercosa Batmanê jî, welatî tiriyê xwe kom dikin û li ber tavê radixin, dikin mewîj.
Wextê çinîna tirî ye..
Cotkar dikevin nav rez û guşiyên tiriyan li gorî qelîteyê ji hev vetiqetînin.
Lewra hinek dibe mewîj, hinek dibe dims, hinek jî wisa wek fêkî tê xwarin.
Li Kercosa Batmanê jî welatî, tiriyê xwe berhev dikin da ku bikin mewîj.
Lê çêkirina mewîjan demeke dirêj dixwaze û gelek zehmet e.
Tiriyê ji bo hişkirinê, pêşî bi xweliya daran tê şuştin.
Herî kêm 15- 20 rojan divê li ber tavê bê raxistin.
Bi vî awayî him kîmyasal nayên bikaranîn him jî tehma mewîjan xera nabe...