"Heyeta Turkiyeyê dê roja şemiyê li Rûsyayê be"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebiriyê ya Navendî (MYK) ya AK Partiyê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên di rojevê de da û nirxandin kirin...

"Heyeta Turkiyeyê dê roja şemiyê li Rûsyayê be"

Berdevkê AK PartiOmer Çelîk piştî civîna Lijneya Birêvebiriyê ya Navendî (MYK) ya AK Partiyê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên di rojevê de da û nirxandin kirin.

Çelîk bi pîrozkirina Cejna Noelê ya welatiyên xiristiyan dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku di MYKê de telîmat û tewsiyeyên Serokomar û Serokê Giştî yê ya AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ên der barê xebatên teşkîlatan de çêbûn.

Berdevk Çelîk agahiya "Em ê roja şemiyê di saet 14.00ê de li Sînan Erdemê namzedê xwe yê Stenbolê eşkere bikin û merasimek li dar bixin. Em ê roja sêşemê li Enqereyê di Hêwana werzîşê ya Girtî de civîneke ji bo nasandina namzedê me yê Enqereyê û namzedên xwe yên navçeyan re eleqedar bikin. 5 an jî 6ê kanûna paşîn em ê ji bo Îzmirê jî heman civîna nasandinê bikin."

 "Heyet dê roja şemiyê biçe Rûsyayê"

Hat pirsîn ku ka gelo heyeta ku dê biçe Rûsyayê dê kengî biçe, Çelîk li ser vê wiha axivî: "Ev heyet dê roja şemiyê biçe. Bi aliyê Rûsyayê re mutabaqatek wiha çêbû. Wezîrê me yê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê me yê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin dê roja şemiyê li Rûsyayê bin. Dê hevdîtinan bikin. Li gor encamên van hevdîtinan dibe ku carna bi telefonê biaxivin. Bernameyekî wekî hevdîtina Serokomarê me û Pûtîn dê bê plankirin."

"Serokomarê me telefonî Bahçelî kir û ew pîroz kir"

Çelîk li ser pirsa rojnamevanekî qal kir ku xebatên der barê Îtifaqa Cumhur de gelekî berhedar derbas dibin û got ku "Îro Birêz Bahçelî bi civîneke çapemeniyê daxuyaniyên cur bi cur dan.Birêz Serokomarê me telefonî Birêz Bahçelî kir û ragihandê ku ji vê gelekî memnûn bû û tebrîk û spasiyên xwe gotinê." 

Çelîk der barê têkoşîna dijî FETOyê de jî got ku "Di mijara ku FETO ji hemû yekîneyên dewletê bê paqijkirin de AK Partî û MHP sedî sed wekî hev difikirin." 

 "Tişta ku pîroz dibîne PYD-YPGya rêxistina terorê ye"

Hat diyarkirin ku Ayelet Şakeda Wezîra Edaletê ya Îsraîlê dema ku biryara ji Sûriyeyê paşvekişîna Amerîkayê nirxand daxuyaniyên ku Tirkiye û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hedef digire dan û nêrînên Çelîk ên di vê mijarê de hatin pirsîn. Çelîk li ser vê yekê "Wezîra Edaletê ya navborî ew kes e ku berê niha banga "Kuştina dayikên Filîstînî" kiribû. Lewra jî derûniyeta wê ev qas xirab e. Kesekî ku banga "Kuştina dayikên Filîstînî" dike xeta PYD-YPG-SGDê pîroz dibîne û ev yek jî balkêş e."

Çelîk bal kişand ku tişta kesê ku kuştina dayikên Filîstînî meşrû dibîne û xwedî ev qas fikrên fehş e pîroz dibîne PYD-YPGya rêxistina terorê ye.

Çelîk destnîşan kir di rastiya xwe de gelekî girîng e ku derket holê ku ka PYD-YPG-SGD ji aliyê kîjan fikrên fehş ve tên pîrozkirin û wek mitefîq tên dîtin  û wiha axivî: 

"Der barê serokomarê me de dibêje ku 'dijberê Cihûyan.' Serokomarê me yek ji wan serokan e ku li dinyayê herî zêde tîne ziman ku dijî antîsemîtîzmê ye. Di vê mijarê de jî di nav serokên di alema îslamê de xwedî cihekî mustesna ye. Bi qasî ku dijî îslamofobiyê ye ew qas jî dijî antîsemîtîzmê ye. Lewra em dibînin ku vir gotina 'dijberiya cihûyan' rast nîne, şaşnîşandan e, ev ji aliyê siyasetmedarên bi vî awayî xwedî fikrên şaş ve gelek caran tên bikaranîn.

Divê ev yek baş bê dîtinİ tişta ku li vir qal dike kesê ku banga kuştina dayikên Filîstînî dike, YPG-SDG- PYDyê qesd dike û wan wekî nûnerê Kurdan nîşan dde û ev yek jî bêbextiya herî mezin a hember birayên me yên Kurd ên li Rojhilata Navîn e. Lewra jî atmosferekî ku birayên me yên Kurd vê dîmenê baştir bibînin derket holê."

 "Rexnekirina Serokomarê me ne hedê Wezîra Edaletê ya Îsraîlê ye"

Çelîk destnîşan kir ku vir heke dewleteke dostê Kurdan dixwazin bibînin ev dewlet Komara Tirkiyeyê ye û wiha axivî: 

"Lê divê hemû birayên me yên Kurd ên li Rojhilata Navîn jî bibînin kesên ku PYD-YPGyê an jî PKKê wek dost dibînin zihniyeta ku kuştina dayikên Filîstînî meşrû dibîne ye. Ji ber wê pozîsyona meşrû ya Komara Tirkiyeyê ya vir ne dijberiya Kurdan e, li ser dijberiya terorê ye. Esil kesên wekî Wezîra Edaletê ya Îsraîlê piştevaniya rêxistina terorê wekî piştgirira Kurdan nîşan didin ev yek jî ji bo birayên me yên Kurd ên li Rojhilata Navîn bêbextiya herî mezin e. Yek ji parçeyên nifaqxistina nav gelan e.

Rexnekirina Serokomarê me ne hedê Wezîra Edaletê ya Îsraîlê ye. Em ji vir bersivê didinin, ji bo gelekî ku ew kesê kuştina dayikên Filîstînî meşrû dibîne, banga qetlîameke wiha dike pesindayîna gelê ji bo wê gelê bêbextiya herî mezin e, eziyet e. Lewra em birayên xwe yên Kurd ên li Rojhilata Navîn baş nas dikin. Têkiliya Komara Tirkiyeyê bi hemûyan re heye. Helwesta vê kesê jî helwesteke wisa ye ku dê ew red bikin. Em jê re dibêjin ku 'Bila biratiya PYD-YPG-PKKê bixêr be' lê ev hemû nîşan didin ku Komara Tirkiyeyê li herêmê helwesteke çiqas mafdar nîşan dide, çiqas mafdar tevdigere."

Çelîk Şakeda Wezîra Edaletê ya Îsraîlê nîşan da û got ku "Bila tevî karên ji bejna xwe mezintir nebe. Ew kesê ku çi dixwaze dibêje tiştên naxwaze dibihîze. Ez vê prensîbê jî tînim bîra wê."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE